作词 : Seyda Cigerxwin
作曲 : Mihemed Şêxo
BİLİNDE BEJN Û BALA TE
Bilinde bejn û Bala te
Li ser taca te ezmane )2
Kitanek renk sipî li te ye-2
Serê zozan û sîpane-2
Li jorê kanî û cobar )
Wek û hestir dibrin xweş)2
Li jêrî te dibînim ez -2
Buhişt û bax û bîstanê-2
Kirasek etlesê keskê )
Bi rengê rojê neqşîne )2
Li bejna te dibînim xweş-2
Bi surme şal û mîtane-2
Çi reng šêrîne yara min )
Şepal û nazik û şoxe )2
Ferat û dicle û xabûr -2
Li se bejnê de berdane-2
Ji xwîna min tu lêv sorî )
Ji bîna min gula curî )2
Tenê min bazinên zendin-
Te zincîrên di lingane-2